HPG: Radarek, termalek û mobesseyek hatin bêkêrkirin

Li Zapê hêzên gerîlayan bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran dan.
Di encamê de pergaleke radarê, 2 kamerayên mobesse û termal hatin bêkêrkirin.
Li aliyê din, hate ragihandin artêşa Tirk li bejahiya çiyayê Bagokê yê Mêrdînê dest bi operasyonê kir.
Li gorî agahiyan tevî cerdevanan bi hezaran leşker ber bi herêmê ve hatine veguhestin û bombebaranek dijwar heye.
Her wiha ji bo ku gundî jî ji malên xwe derkevin zext li wan tê kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da.

Li gorî vê, gerîlayan li herêma rojavayê Zapê 26’ê Sibatê bi rêbaza sekvaniyê li dagirkeran dan.

Di encama çalakiyê de pergaleke radarê, 2 kamerayên mobesse û termal hatin bêkêrkirin.

Hemwextî derbeyên gerîla, artêşa Tirk a dagirker jî bi droneyên bombebarkirî û teqemeniyên qedexekirî êrişên xwe didomîne.

HPG’ê da zanîn 27 û 28’ê Sibatê çeperên wan yên şer ên li Girê Cûdî yê herêma Zapê 5 caran bi droneyên bombebarkirî hatin bombekirin.

Her wiha bi giştî 22 caran balafirên şer jî Herêmên Parastina yên Medyayê bombe kir.

Li çiyayê Bagokê yê Mêrdînê operasyon û bombardûmana giran

Li aliyê din, li Bakurê Kurdistanê jî arteşa dewleta tirk a dagirker di nava liv û tevgerê de ye.

Hate ragihandin artêşa Tirk li bejahiya çiyayê Bagokê yê Mêrdînê bi hezaran leşkerî dest bi operasyonê kir.

Hate diyarkirin gelek wesayitên zirxî ber bi herêmê ve hatine veguhastin û li gelek deveran çeper hatine avakirin.

Her wiha ji aliyê Mîdyadê ve jî gelek cerdevan û leşker hatine veguhastin.

Li gorî agahiyan qadên bilind ên Çiyayê bagokê jî gelek caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Li gel van hate gotin, gundî jî bi darêzorê ji malên xwe hatine derxistin.

Back to top button