DEM Partî ji bo şarederiyan ji destê qeyûman rizgar bike xebatên xwe didomîne

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari îro jî li navçeyên Elihê bi gel re bû û qala girîngiya hilbijartinên ji bo şaredariyan kir.
Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku di 31’ê Adarê de wê şaredariyên xwe ji qeyûman bimalin.
Her wiha hevseroka giştî li dijî êrişa hewayî ya dewleta Tirkiyê doh li bajarê Dêrikê bertek nîşan da û got: “Desthilat êrişî qadên sivîlan dike.”

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan DEM Partî ji bo şarederiyan ji destê qeyûman rizgar bike xebatên xwe didomîne.

Di vê çaroveyê de DEM Partî hevdîtinên xwe ên bi gel re didomîne û cihê serdana wê dikin jî rastî eleqeyek mezin tê.

Hevseroka Giştî ya DEM Partî Tulay Hatîmogûllari li navçeya Hezro a Elihê bû

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ku doh li Êlihê bû, îro jî li navçeyên bajêr bi gel re hate bahev.

Şande, ji hêla girseyekî qelebalix ve hate pêşwazîkirin.

Partiyî bi konvoyeke dirêj a wesayîtan li navenda navçeyê tura hilbjartinê avêt.

Di gera Tulay Hatîmogûllari ya li nava dikandaran li azarên wan guhdar kir, rastî eleqeyeke mezin hat.

Hevseroka giştî piştre jî li cihê hilbijartinê ya li ser Rêya Armûşê tev li hevdîtina bi gel re bû.

Tulay Hatîmogûllari bertek nîşanî êrişa li dijî dêrikê da

Tulay Hatîmogûllari di serî de êrîşa hewayî ya dewleta Tirkiyê ya doh li bajarê Dêrikê bibîr xist û bertek nîşan da.

Tulay diyar kir ku desthilat êrişî qadên sivîlan dike û got:

“Berê jî li Rojava êrişî nexweşxaneyan û binesaziyên jiyanî kirin.”

Tulay Hatîmogûllari: Em ê şaredariyên xwe ji qeyûman bimalin!

Bi domdarî Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser girîngiya hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adarê.

Hevseroka giştî a DEM Partî destnîşan kir ku ew ê bi gelê xwe re şaredariyên xwe ji qeyûman paqij bikin û ev tişt anî ziman:

“Em ê tabelayên Kurdî yên ku ji şaredariyên me jê rakirine, jinûve bi avahiyên şaredariyan bikin.

Em ê bi feraseta xwe ya şaredariya pir zimanî şaredariya xwe bi rê ve bibin.

Şaredariyên me wê li gelê me yê hêja wê vekirî be û hûn ê bi rê ve bibin.

Coşa hilbijartinê didome: DEM Partî bi xelkê Êlihê re hate bahev

Back to top button