Dagirkeran gundên Şehba, Şera û Şêrawayê topbaran kirin

Êrişên dewleta Tirk îro jî li ser bakur û rojhilatê Sûriyê dewam kirin. Dewleta Tirk û çeteyên xwe îro careke din bi çekên giran êrişî gundên Efrînê, Şehba û Minbic û Eynîsa kirin. Şevê din jî, leşkerên dewleta Tirk li Dêrikê li ser sînor, ciwanek gulebaran kirin û kuştin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê didomin

Di se’etên sibehê û pê de dagirkeran êrişî gundên Til Rifet, Şehba, û gundên Şera û Şêrawa ya Efrînê kirin.

Dewleta Tirk navçeya Til Rifet, gundên Dêr Cimêl, Şêx Hîlal, Kefer Naya û rêyên di navbera van gundan û navçeya Til Rifetê de bi dijwarî topbaran kirin.

Gundên Kiştearê, Kefer Anton, Tat Meraş û Şewarxa yên navçeya Şerayê jî hatin hedefgirtin..

Nêzî 40 top li deverên navborî ketin.

Her wiha gundên Soxanek, Aqîbê û Bênê yên navçeya Şêrawayê jî rastî êrişan hatin.

Gundê Mieleq û Riya M4 ên Eyn Îsa hatin topbarankirin

Di seatên Piştî nîvro jî dewleta Tirk û çeteyên wê bi çekên giran riya navnetewî, gundê Mielîq û Kampa Eyn Îsa topbaran kirin.

“Gundên Minbicê bi dijwarî hatin topbarankirin”

Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî îro ragihand ku dewleta Tirk a dagirker gundên Dendeniye, Seyada û Yanilî bi dijwarî topbaran kirin.

Li gorî ragihandina meclisê, heta niha nêzî 35 top li herêmê ketine.

Her wiha di êrişa şevê din de jî di encama êrişên li ser gundê Ewn Dadat ê Minbicê de 2 kes birîndar bûn.

Leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ciwanekî Ereb kuşt

Li aliyê din, leşkerên Tirk li ser sînorê Rojava û Bakurê Kurdistanê ciwanekî Ereb gulebaran kirin û ew kuştin..

Bûyer şevê din li Gundê Endîwerê pêk hat.

Ciwanê bi guleya leşkerên Tirk hatî kuştin, Yehya Dexîl ê 22 salî ye.

Şêniyên gund cenazeyê Yehya Dexîl rakirin nexweşxaneya wetenî ya Dêrikê.

Hat ragihandin ku Yehya Dexîl ji gundê Wanik ê navçeya Dêrikê ye.

Back to top button