HPG’ê : Gerîllayên me li Zapê helîkoptereke Skorsky anîn xwarê

Li herêmên Zap û Avaşînê di navbera artêşa Tirk ya dagirker û gerîlayên Kurd de şerekî giran heye. Îro hat ragihandin ku li herêma Zapê, helîkoptereke Skorsky a artêşa Tirk ji aliyên gerîllayan ve hatiye xistin. HPG’ê bi daxuyanikyekê xistina helîkopterê piştrast kir. Li herêma Xakûrê jî 6 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniya rojane encama şerê gerîlla li dijî artêşa Tirk ya dagirker bi raya giştî re parve kir.

Navendê diyar kir ku gerîllayên Kurdistanê derbên giran li hêzên dagirker didin û got;

“Wisa li leşkerên Tirk hatiye ku êdî nema karin xwe bilivînin.

Li hemberî vê berxwedana destanî ya gerîlla, artêşa Tirk bi êrişa balafiran û çekên kîmyewî hewl dide xwe ji vê têkçûnê xelas bike.”

Navenda Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî encama çalakiyên ev agahî dan:

  • Li herêma Zapê

Êvara 11’ê Gulanê, dewleta Tirk bi helîkopterên êrişê, çeperên şer ên Qada Girê Şehîd Şahîn bombebaran kir.

Paşê xwest bi helîkopterên Skorsky hêzên xwe li qadê deyne.

Gerîlla piştî ku ev helîkopter xistin bin kontrola xwe, bi xurtî lê dan.

Di encama vê destwerdanê de helîkoptereke Skorsky li qada Kûnîşka kete xwarê.

Li cihê ku helîkopter lê kete xwarê, teqîneke mezin çêbû.

Di vê çalakiyê de helîkopter rûxiya û kesên tê de hatin kuştin.

Qada ku helîkoptera Skorsky lê ket, piştre ji aliyê artêşa Tirk ve bi rengekî giran hate bombebarankirin.

Heman rojê, artêşa Tirk xwest bi helîkopteran çeperên şer ên Girê Rûbar, Çiyayêreş û Girê Cehenemê bombebaran bike.

Di encama bersivdayîna gerîlla de, derb li helîkoptereke êrişê hate xistin û ji ber vê yekê neçar man ji herêmê dûr bikevin.

Li Qada Çemço, Şikefta Birîndaran û Karker jî di encama destwerdana gerîlla de, helîkopterên êrişê neçar man dûr bikevin.

Navenda ragihandinê ya HPG’ê: Li Xakurkê 6 leşker hatin kuştin

Navenda Ragihandinê, encama çalakiya ku 9’ê Gulanê li herêma Xakûrkê pêk hatî jî parve kir.

Li gorî vê;

Gerîllayên YJA Starê li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Derwêş çalakiyeke serketî pêk anîn.

Di encamê de 6 leşker hatin kuştin û 3 jî birîndar bûn.

Navenda çapemeniyê wekî din ragihand ku artêşa Tirk di navbera 10 û 12’ê Gulanê de,

27 caran bi çekên kîmyewî, 36 caran bi balafirên şer û helîkopteran, bi sedan carî jî bi obusan êriş pêk anîn.

Back to top button