Hendirên Şêx Raxib: Kurd bi yekîtiyê dikarin plan û xeyalên dewleta Tirk pûç bikin

Li dijî êrişan li başûrê Kurdistanê nerazîbûn zêde dibin. Berpirsên Hizba Zehmetkêşanî Kurdistan û Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê dibêjin Kurd bi yekîtiyê dikarin armanc û xeyalên dewleta Tirk pûç bikin.

Endamê Rêveberiya Hizba Zehmetkêşanî Kurdistanê Hendirên Şêx Raxib ji Rojnews re axivî.

Şêx Raxib êrişên dewleta Tirk ên li Başûrê Kurdistanê ên li dijî gerîla şermezar kir û got: “Armanca Dewleta Tirk ew e ku di nava Kurdan de şerê birakujî derxe.”

Hendirên Şêx Raxib da zanîn ku bi yekîtiya gelê Kurd wê ev planê dewleta Tirk vala bên derxistin.

Nejad Elî: Niha ji her demê zêdetir hevgirtina û yekitiya gelê Kurd pêwîste

Endamê Polîtbûroya Tevgera Demokratîk a Gelê Kurdistanê Nejad Elî jî li ser mijarê axivî.

Elî da zanîn ku dewleta Tirk her cara ku rastî qeyranên navxweyî tê, ji bo nuxmandinê êrişî başûrê Kurdistanê dike.

Nejad Elî got: “Niha ji her demê zêdetir yekbûn û yekitiya gelê Kurd pêwîste.”

Back to top button