Li navçeyên Qamişlo serjimarî dest pê kir

Xebatên serjimariyê li herêma Cizîrê dewam dike.
Îro li navçeyên Qamişlo xebatên serjimariyê hate destpêkirin û wê 2 rojan dewam bike.

Îro Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê li navçeya Tirbespiyê, Til Hemîs, Ciza û Til Berak yên kantona Qamişlo dest bi serjimariyê kir.

Di xebatê de, Mamosteyên dibistanên Desteya Perwerde û Fêrkirinê, Meclis û komînên van navçeyan cih digirin..

Di xebatên serjimariyê de hejmara şêniyên ji herêmê û yên ji derveyê herêmê, kar û erkên wan her wiha nav û navnîşanên wan tê tomarkirin.

Ji bo meşandina xebatên serjimariyê ku dê 2 rojan berdewam bike, betlane hat ragihandin.

Li Dêrik, Girkê Legê û Çil Axa dest bi serjimariyê hat kirin

Li Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa û Til-Koçerê serjimarî hat kirin

Back to top button