Li Dêrik, Girkê Legê û Çil Axa dest bi serjimariyê hat kirin

Îro li Dêrik, Girkê Legê û Çilaxa dest bi serjimariyê hat kirin.

Mamosteyên Perwerdê û hevserokên komînan cihê xwe di vê xebatê de digirin.

Duh Rêveberiya Xweser ya Herêma Cizîrê ji bo hêsankirina xebatên serjimariyê li sazî û navendên xwe ên li herêma Dêrik û navçeyên wê betlane ragihand û ji şêniyan hate xwestin ku ji malên xwe dernekevin heta xebatên serjimariyê bi dawî bibe.

Vê sibê xebatên serjimariyê li navçeya Dêrikê dest pê kir.

Mamosteyên Desteya Perwerdeyê bi piştgiriya hevserokên komînan û hevserokê Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê dest bi xebatên serjimariyê kirin.

Di vê xebatê de, dê hejmara endamên malbatan ên li herêmê û derveyî wê û malbatên ji derveyî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine, her wiha rewşa wan ya jiyanî û civakî werin qeydkirin.

Ev agahî di riya nasnemeya keseyetî yan jî lênûska malbatê têne tomarkirin.

Li ser mijarê, hevseroka Nivîsgeha Plankirin, Geşepêdan û Serjimariyê ya Herêma Cizîrê Buşra Şêxî axivî û got:

“Xebatên serjimariyê li ser asta herêma Cizîrê dest pê kirin û dê piştre li herêmên din pêk werin.”

Buşra da zanîn ku serjimarî di riya Bernameyeke taybet a serjimarê heye û li ser IPAD têne barkirin.

Buşra Şêxî di dawiyê diyar kir ku armanca vê xebatê, amadekirina zemîna daneyan e û danîna planên stratejîk ji bo pêşerojê bi taybet ên têkildarî pîşesazî, tenduristî, civakî, aborî û xizmetguzarî.

Tê payîn ku di 2 rojên bê de xebatên serjimariyê li herêma Berav, navçeya Til Koçer, Çilaxa û Girkê dewam bike.

Back to top button