Çalakî li Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li dijî êrişan dewam dike

Çalakî û nerazîbûnên li Bakur û Rojhilatê Sûrî ya li dijî êrişan dewam dike. Îro jî li gelek deveran li dijî êrişan çalakiyên cuda hatin lidarxistin.

Dewleta Tirk a dagirker rojane êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê û Başûrê Kurdistanê dike.

Gelên herêmê jî li dijî van êrişan rojane li qadan in.

Îro jî li gelek deveran li dijî van êrişan çalakî hatin kirin.

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM a herêma Firtê bi daxuyaniyekê êrişa li ser Kobanê şermezar kir.

Di daxuyaniyê de ev êriş bi weke komkujiyeke nû hate binavkirin û ev yek hate gotin; “Dewleta Tirk ji şerê Ûkrayanê sûdê digre û êrişên xwe li ser herêmê zêde dike.

Divê cîhan li dijî van êrişên li ser herêmê helwestê nîşan bidin.”

Kongra Star û Dayikên Aştîyê jî bi daxuyaniyeke hevbeş li bin konê çalakiya yê li Kobanê êrişên dewleta Tirk şermezar kir.

Di daxuyaniyê de bang li hemû derdoran hate kirin ku li dijî şer û êrişan dengê xwe bilind bikin.

Li aliyekî din jî bi pêşengiya Jinên Ciwan meşek li dijî êrişan hate lidarxistin.

Jinên Ciwan di meşê de banga serferberiyê û piştgiriya Gerîla kirin.

Di bin dirûşemeya ‘ Na ji siyasetên dagirkeriyê yên dewleta Tirk re li ser gelê herêmê’ Rêxistinên Suryanî jî konê çalakiyê li taxa Wista ya bajarê Qamişloyê vedan.

Di çalakiyê de hevserokê Partiya Yekîtiya Sûryan Senherîb Bersom axivî û got: “Tiştên ku dewleta Tirk niha dike û berê kiriye hemû ji bo yek armancê ne ew jî ji bo têkbirina projeya netewa demokratîk e”

Endama Partiya Yekîtiya Suryan Corcêt Bersom jî diyar kir ku Tirkiyê bi van êrişan dê nikaribe vîna gelê têk bibe.

Corcêt îşaret bi komkujiyên berê kir û got: “Em dibînin ku heman planên dewleta Tirk careke din xwe dubare dikin ew jî ji bo çewsandina nasnameya gelên resen ên herêmê ye.”

Hevserokê Yekîtiya Ciwanên Suryan Subhî Melekî jî bang li NY û Fedresyona Rûsyayê kir ku li dijî van êrişan helwestekê nîşan bidin.

Kombûna Jinên Zenûbiya jî li Dêra Zorê li dijî êrişên dewleta Tirk meşek li darxist.

Meş li bajaroka El-Cezra ya Dêra Zorê hate lidarxistin.

Di meşê de bang li rêxistinên mafên mirovan û neteweyên yekbûyî hate kirin ku li dijî van êrişan ku sivîlan dike armanc bisekinin.

Back to top button