Bernameya ezmûnên refên 9 û 12`an didomin. Îro bernameya ezmûnên refa 9`an a Rêveberiya Xweser û bernameya ezmûnên refa 12`an a materyalên rejîma berê dest pê kirin.
Îro (6 Hezîran) bernameya ezmûnên refa 9`an (tenê yê serbest in) a materyalên Rêveberiya Xweser dest pê kir, di heman demê de bernameya ezmûnên refa 12`an (giştî û serbest) a materyalên rejîma berê ya Sûriyeyê dest pê kir.
Ezmûnên refa 9`an a Rêveberiya Xweser di 6 navendên li bajarên Qamişlo, Dêrik û Hesekê pêk tê, hejmara xwendekaran jî hezar û 700 xwendekar in.
Ezmûnên refa 12’an a hikumeta demkî ya Sûriyeyê li 50 navendên li bajarên Hesekê, Qamişlo, Serêkaniyê û Şedadê pêk tê, hejmara xwendekaran jî 12 hezar û 412 xwendekar in, yên beşa pîşeyî jî 546 xwendekar in.
Di 4`ê Hezîranê de bernameya ezmûnên refa 12`an a materyalên Rêveberiya Xweser dest pê kiribû, di heman rojê de bernameya ezmûnên refa 9`an a materyalên rejîma berê ya Sûriyeyê dest pê kiribû. Ezmûn 28`ê Hezîranê bi dawî dibin.
Ji bo ku xwendekar di rewşeke aram de ezmûnên xwe pêk bînin, navendên ku lê ezmûn tên pêşkêşkirin ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) ve tên parastin.



