Nivîskar û lêkolîner Deham Ebdulfetah pirtûka xwe ya bi navê `Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` îmze kir.
Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ahenga îmzekirina pirtûka ‘Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` ya nivîskar Deham Ebdulfetah li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê ya bajarê Dêrikê li dar xist. Mamosteyên zimanê Kurdî, endamên Yekitiya Rewşenbîran û kesên girîngî didin ziman û wêjeya kurdî beşdarî ahengê bûn.
Di destpêka ahengê de nivîskar Deham Ebdulfetah li ser naveroka pirtûkê û hedefa ji nivîsandina pirtûkê axivî.
Ebdulfetah anî ziman ku wî pirtûka `Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` ji bo çareserkirina kêm û kurtiyên rêzimanê Kurdî nivîsandiye.
Piştre pirtûka xwe îmze kir û diyarî beşdarvanan kir.
Pirtûka `Komek Arîşe û Hêviya Zimanekî Yekbûyî` ji 204 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de lêkolîn li ser pirsgirkên rêzimanê kurdî, arşîe û rêbazên pêşxistina rêziman û yekkirina têgehan û hêmanên zimanê kurdî hene.
Nivîskar Deham Ebdulfehat sala 1942`an li gundê Bellê yê girêdayî Amûde ji dayîk bûye. Fakulteya Wêjeya Erebî li zanîngeha Helebê qedandiye û 25 salan mamostetiya zimanê erebî kiriye. Rêwîtiya wî ya wêjeyê bi nivîsandina helbest û gotran bi zimanê erebî dest pê kir. Di sala 1978‘an de dest bi nivîsên kurdî kiriye û bûye ji lêkolînerên ziman û wêjeya Kurdî.



