Saziya Elektrîkê ya Qamişlo li bajar û gundên girêdayî wê 200 transên elektrîkê temîr kirin û hîna xebata wan didome.
Saziya Elektrîkê ya Qamişlo bi hemû werşeyên xwe ev bûye 2 meh ku dest bi hemleya temîrkirina stasyonên avê û şebekeyên elektrîkê yên li bajarê Qamişlo û gundên girêdayî wê kiriye.
Saziya Elektrîkê ragihand ku ev bûye zêdetirî 15 sal ku binesaziya elektrîkê ya Qamişlo nehatiye temîrkirin li stasyonên avê û şebekeyên elektrîkê pirsgirêk derketine.
Her wiha saziyê diyar kir ku ew ê derdora 280 transên elektrîkê temîr bikin, ji ber ku zêdetirî 50 transan ziyan dîtiye û hatine dizîn.
Saziya Elektrîkê heyanî niha 200 transên elektrîkê temîr kirine û dê yên dîtir jî temîr bikin.
Saziyê da zanîn ku li hemû gundewarên Qamişlo rojê 2 saet elektrîk heye û ew dixebitin ku saetên elektrîkê zêde bikin.
Saziya Elektrîkê ya Qamişlo bang li şêniyan kir ku binesaziya elektrîkê biparêzin û ev ji bo çareserkirina pirsgirêkên elektrîkê bi wan re bibin alîkar.



