Berpirsekî pilebilind ê sektora Petrolê li Iraqê ragihand ku Iraqê planeke stratejîk daniye da ku hêza xwe ya rojane ya derxistina Petrola xav bi rêya derhegên alternatîf li Sûriyê û Tirkiyê bighîne 650 hezar bermîlan.
Berpirsê Iraqî dibêje ku ew hewl didin vê hêza rojan ya derkirina petrolê bighîne milyonek bermîlî.
Rêveberê Giştî yê Petrolê li Besrayê Basim Ebdulkerîm got ku Iraq dixwaze petrola xav ber bi bazarên cîhanî bişîne û pirsgirêkên li tengava Hurmzê derbas bike.
Bi gotina wî, dê hêza derkirina petrolê di dergehên Sûriyê û Tirkiyê bighêje 650 hezar bermîlan ang 60% ji armanca sereke ya hikûmeta Iraqê ye ku ew jî milyonek bermîl e.
Her wekî eşkere kir ku vê gavê hêza derkirina petrolê bi rêya xeta Kerkûk – Ceyhan a dighêje axa Tirkiyê zêde bûye.
Ev jî nîşan dide ku Iraq û Tirkiyê ji niha alternatîfên tengava Hurumzê peyda dikin da ku xwe ji krîza aboriyê biparêzin.
Lê di heman wextê de, pirs derheqê rewşa herêma Kurdistanê de zêde dibin ku Tirkiyê û Iraqê di ser wê re van peyman bi hev re girê didin û bazirganiya bi rêya wê kêm dikin.



