Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û parêzgarê Reqayê Ebdurehman Selama dosyaya vegera koçberên Reqayê nîqaş kirin.
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed û şandeya pê re ku fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê parêzgeha Hesekê Merwan El Elî û cîgirê wî Mehmûd Xelîl pêk tê li Reqayê ne
Şande di van kêliyan de bi parêzgarê Reqayê Ebdurehman Selama û hejmarek rûspiyên Reqayê re civiyaye.
Li gor agahiyên ku nûçegihana ANHA ragihandine, serdana bi armanca nîqaşkirina rewşa giştî ya Kurdên li Reqayê, rêbazên xurtkirina ewlehiya herêmê, her wiha peydakirina mercên guncaw ji bo vegera zêdetirî 2 hezar malbatên Kurd ên koçber ên ji Reqayê li warê xwe hatiye kirin.
Li gorî agahiyan, dê ji bo şopandina dosyaya vegera koçberan komîteyek were avakirin.
Hêjaye bibîrxistinê ye ku di encama êrişên destpêka îsal ên li ser herêmê de hejmarek zêde ya malbatên ji Reqayê koçî Cizîrê û Kobanê kirin.



