Li Dêrikê, Girkê Legê, Çilaxa û Til-Koçerê serjimarî hat kirin

Li Dêrik, Girkê Legê, Çilaxa û Til koçerê serjimarîyê ku duh dest pê kir, bi dawî bû.

Îro jimartina şêniyan di roja duyemîn de dewam kir..

Di xebata serjimêriyê de hejmara endamên malbatê yên niştecih, yên li derve, koçber û penaber, karên wan û navnîşan tên qeydkirin.

Hemû sazî û navendên rêvberiya xweser ên navçeyên Dêrikê bi koordîneya bi komîn û meclisan re hatin rawestandin.

Li ser xebatên pêvajoya serjimariyê, hevseroka Nivîsîngeha Serijmariyê ya herêma Cizîrê Buşra Şêxê ji ANHA’yê re axivî..

Buşra diyar kir ku pêvajoya serjimêriyê li herêma Dirkê di roja xwe ya duyemîn de didome û heta niha tu astengî derneketine.

Buşra Şêxê destnîşan kir ku pêvajoya serjimêriya li herêma Dêrikê û naveyên wê îro bi dawî dibe..

Back to top button