Bi dehhezaran şêniyên herêma Firatê li dijî êrişan daketin qadan

Li dijî dagirkerî û xiaynetê, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên xwe deweam dikin.Îro bi dehhezaran welatiyên Herêma Firatê ji hemû bajar û navçeyan li dijî êrişan daketin qadan. Welatiyan li dijî êrişan peyama piştgirya berxwedan gerîla û bilindkirina têkoşînê dan.

Li dijî êrişên dagirkeriya Tirk yên bi hevkariya PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê û êrişên li ser Şengalê, îro bi dehhezaran ji şêniên Herêma Firatê daketin qadan,

Şênî ji hemû bajar û navçeyên Hêrêma Firatê berê xwe dane bajarê Kobanê û meşeke girseyî li dar xistin.

Meş li Qada Jina Azad dest pê bû û li Qada Aştiyê veguherî Mitîngê .

Di mitîngê de cîgirê Hevserokstiya Meclisa Zagonsaz Hisên Şêx axivî û got, bi hêz û îradeya xwe gel wê li dijî van êrişan li ber xwe bide û piştgiriya berxwedana gerîla dewam bike.

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan hevseroka deteya Darayî Feryaz Berkel axivî û got bi berxwedana gerîla û gel dê serkeftin misoger bibe.

Back to top button