Îsraîl êrîşî gundewarên Şamê kir

Êrîşên Îsraîlê li gundawarên Şamê didome.
Doh bi şev Îsraîlê bi armanca xistina xalên Hizbullah û alîgirên Îranê êrîşên hewayî pêk anî.
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê di vê êrîşê de ji komên alîgirên Îranê 2 kes mir û 6 kes jî birîndar bûn.
Her wiha Wezareta Parastinê yê Sûriyê jî ragihand ku li dijî moşekên Îsraîlê bi parastina hewayî bersiv hatiye dayîn, piraniya wan hatiye xistin.

Îsraîl doh bi şev heremeke nêzî Şamê bomberan kir.

Televîzyona hikumeta Şamê ragihand ku parastina hewayî bersiv da li dijî êrîşên Îsraîlê û piraniya moşekan xist xwarê.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) jî derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got:

Di êrîşê de ji komên alîgirên Îranê 2 kes mirin

“Îsraîl li gundewarên Şamê du heremên girêdayî Hizbullaha Lubnanê û komên alîgirên Îranê bombebaran kir.

Di bombebaranê de ji komên alîgirên Îranê 2 kes mir û 6 kes jî birîndar bûn.”

Wezareta Parastinê yê Sûriyê jî da xuyakirin ku li dijî hin xalên gundewarên Şamê ya ji milê Girên Golanê êrîşeke hewayî hatiye destpêkirin.

Hikumeta Şamê: Bi parastina hewayî moşekên Îsraîlî hat xistin

Wezaretê ragihand ku li dijî moşekên Îsraîlê bi parastina hewayî bersiv hatiye dayîn, piraniya wan hatiye xistin.

Derbarê windahiyan de jî Wezaretê diyar kir tenê xisarên madî pêk hatine.

Xelkê heremê ku li başûrê Şamê dijîn diyar kirin ku li bajarokê Huceyra ya li herema Seyyide Zeyneb hejmareke zêde moşek hatiye avêtin.

Êrîşên Îsraîlê ji 2011’an ve li Sûriyê didome

Her wiha şahîdên bûyerê dan zanîn ku moşekek avahiyekî armanc girtiye, xisarek mezin li avahiyê çêbûye û hejmarek zêde ambulans derbasî heremê bûye.

Hejayî bibîrxistinê ye ku Îsraîl ji sala 2011’an ve li Sûriyê bi sedan êrîşên hewayî li dijî hêzên alîgirên Îranê pêk aniye.

Piştî ku li Xezayê şerê Îsraîl û Hemasê destpê kir li heremê zêdetir êrîşan pêk hatin.

Back to top button