Ji Zelensky hişyariya şerê Cîhanê yê sêyemîn

Serokomarê Ukrayna Zelensky hişyariya wê yekê da ku eger Serokê Rûsya Putin neyê rawestandin dibe ku şerê Cîhanê yê Sêyemîn pêk were.
Serokomarê Fînlandiya jî dibêje, dagirkirina Ukrayna dibe veguhere şerekî nukleerî.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di hevpeyvîna xwe ya beriya hevdîtinên Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de derbarê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de hişyarî da û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi Adolf Hitler re anî berhev.

Volodymyr Zelensky ji televîzyona CBS ya Amerîkî re axivî û got;

Gelê Rûsyayê hurmeta raya giştî ya cîhanê winda kiriye.

Zelensky bijartina civaka Rûsyayê ya Putin rexne kir û got,

“Wan ew hilbijart, careke din hilbijart û Hîtlerê duyemîn ava kirin.”

Serokomarê Ukrayna li ser pirsa “Eger Ukrayna bikeve, wê di deh salên bê de çi bibe?” ev bersiv da:

Bi hatina Rûsya heta Polonyayê , wê Şerê Cîhanê yê Sêyemîn dest pê bike.

Volodymyr Zelensky teqez kir ku ji ber vê yekê divê cîhan biryarê bide ka wê Putin rawestîne an şerek cîhanî bide destpêkirin.

Zelenksy ji bo Civata Giştî ya NY berê xwe daye eyaleta New York ya Amerîkayê.

Serokên dewlet û hikûmetên zêdetirî 140 welatan dê beşdarî hevdîtinên ku dê roja Sêşemê dest pê bikin bibin.

Hat diyarkirin ku Zelensky yê Çarşemê beşdarî Civîna Konseya Ewlekariyê ya NY bibe, piştî destpêkirina şerê li dijî Ukraynayê, dibe ku cara yekme bi Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re bicive.

Fînlandiya: Dagirkirina Ukrayna dibe veguhere şerekî nukleerî

Fînlandiya jî ji dirêjbûna şerê li Ukrayna nerehet e.

Serokomarê Fînlandiyayê Sauli Niinisto nêrîna xwe ya têkildarî şerê li Ukrayna anî ziman û got:

Dagirkirina Ukraynayê bi rastî pirsgirêkek Ewropayê ye û divê hemû Ewropî vê yekê fêm bikin.

Sauli Niinisto hişyarî da ku êrişa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê dikare bibe şerekî nukleerî.

Niinisto di bersiva pirsên rojnameya The New York Times a Helsînkî de, ji lîder û hemwelatiyên Ewropî xwest ku li hember ‘xetera gurkirina şer’ a Rûsyayê bêhelwest nemînin.

Serokomarê Fînlandiyayê êrîşa Rûsyayê ya li ser Ukraynayê ji bo Ewropa û NATOyê wekî “banga hişyarbûnê” bi nav kir.

Back to top button