Macerîstan: Ji bo endamtiya Swêd a NATO’yê fikarên min hene

Endamên NATO û hevkarên Rûsya, Tirkiye û Macerîstan li pêşiya endamtiya Swêd a NATOyê dibin asteng.
Serokê Parlamento û ji damezrênerên partiya Fîdesz Kover hêviyên Swêd yên di demeke kin de başdarî NATO bibe têk bir.
Kover got: Ji bo endamtiya Swêdê ez hîna qane nebûne.
Bi vê yekêre sînyala dirêjbûna dema endamtiya Swêdê xuya kir.

Di wextekî êdî Swêd li benda erêkirina Tirkiye û Macarîstanê ye ji bo endamtiya NATOyê ye, nûçeyek neyînî ji Budapeşteyê hat.

Serokê Meclîsê û yek ji damezrînerên Partiya Fidesz a desthilatdar Laszlo Kover ji kanaleke televîzyonê ya li welêt re axivî û diyar kir ku ew ne bawer in ku Macarîstan pêşniyara Swêdê ya ji bo tevlîbûna NATO’yê bipejirîne.

Kover işaret bi wê yekê kir ku ev pêvajo dikare bêtir dereng bimîne.

Pejirandina Macarîstanê ji Tîrmeha 2022’an ve ji ber daxuyaniyên siyasetmedarên Swêdî yên ku dibêjin Macarîstan di demokrasiyê de, paş dikeve di meclîsê de tê girtin.

Gotinên Kover piştî nameya Wezîrê Karê Derve yê Macarîstanê ji hempîşeyê xwe yê Swêdî ku hefteya borî şandî re hat.

Di nameyê de, Wezîrê maceristanê ji ber sûcdariyên siyasetmedarên Swêd yên di derbarê hikumeta welatê wî de anî ziman.

Swêdê piştî êrişa Rûsya ya li ser Ukrayna, serlêdana endamtiya NATO kiribû.

Piraniya welatên endam serlêdan bi êrêkirinê pêşwazî kir.

Lê Tirkiye û macerîstan, heta niha 2 welatên ku ev serlêdan erê nekirî ne.

Welatên navborî zexta li ser Swêdê dikin ku daxwazên xwe bidin erêkirin.

Stockholm hêvî dike ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan endamtiya welatê wî di Cotmehê de li meclisê bide pejirandin.

Ev hêvî piştî lûtkeya Tîrmehê geştir bûbû.

Parlamentoya Macaristanê wê di dawiya vê mehê de jinûve bicive.

Heta niha ne diyar e ku wê gotûbêj û dengdana li ser erêkirina Swêdê bikeve rojevê yan na.

Back to top button