Rêveberiya Tehranê ragihand ku pevguhertina 5 girtiyên wan di berdêla 5 girtiyên Amerîkayê de, pêk tê.
Piştî peymana 10’ê Tebaxê a di navbera Îran û Amerîkayê de Tehranê karibû 6 milyar dolar pereyên xwe yên cemidî bigire.
Qeterê piştrast kir ku 6 milyar dolarê Îran yê di bankên Koreya Başûr de bû, ji bo hesabên bankê yên li Dohayê hatiye veguhestin.
Îran wê di berdêla 5 girtiyên xwe yên di destê Amerîkayê de, 5 girtiyên wî welatî serbest berde.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî ragihand pevguhertin îro wê pêk bê.
Li gorî agahiyan 5 girtiyên Amerîkî wê bi riya balafireke Qeterê ji Îranê were girtin.
6 milyar dolar dahata petrolê ya Îranê li bankayên Koreya Başûr di çarçoveya cezayên li ser Îranê de hatibû cemidanin.
Lê piştî pevguhertinan ev cemidandin rabû û Îranê pereyên xwe girt.
Heta niha jî Amerîka û Îran ji bo kêmkirina aloziyên di navbera her du welatan de danûstandinan didomînin.
Amerîka ji Tehranê dixwaze êrişî wan neke û xebatên uranyumê ji sedî 60 bisînor bike.
Her wiha Amerîka ji Îranê dixwaze balafirên bêpîlot û parçeyên yedekê yên leşkerî nefroşe Rûsyayê.
Lê Îran îdiayên ku dibêjin çekan dişîne Rûsyayê red dike.