Dewleta Tirk a ji gerîla derbê dixwe êrişên qirkirinê didomîne

Dewleta Tirk a dagirker ku li başûrê Kurdistanê ji gerîla derbên giran dixwe li dijî gel êrişên qirkirinê pêk tîne.
Polîsên dewleta Tirk li 32 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bi ser malan de girtin û 113 kes xistin binçavan.
Piştî kuştina bi dehan leşkeran a li Zapê Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê çû Şêrnexê.
Her wiha Erdgona jî kabîneya xwe ya şer kom kir.

Dewleta Tirk a dagirker ku li başûrê Kurdistanê hewl dide dagirkeriya xwe berfireh bike, ji gerîlayan derbên mirinê dixwe.

Duh ber bi êvarê careke din hêzên gerîla li herêma Zapê operasyona şoreşgerî pêk anîn û bi ser kozîk û çeperên artêşa Tirk a dagirker de girtin.

Li gorî çavkaniyên HPG’ê di encama çalakiyên gerîlayan de bi dehan leşkerên artêşa Tirk hatin kuştin û birîndar bûn.

Di serdegirtina malan de li 32 bajaran 113 kes hatin binçavkirin

Piştî vê derba giran dewleta Tirk a faşîst careke din li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dest bi êrişên qirkirinê kir.

Li 32 bajaran bi îdiaya “Xebatên rêxistinê û astengkirina çavkaniyên fînansê” polîsên dewleta Tirk bi ser gelek malan de girtin.

Di encama serdegertinan de 113 kes hatin binçavkirin.

Hat diyar kirin kesên hatine binçavkirin birine miduriyetên polîsan ên li van bajaran.

Piştî têkçûna li Zapê Wezîrê Şer yê Tirkiyê çû Şêrnexê

Li Zapê piştî kuştina bi dehan leşkerên Tirk Wezîrê Parastinê yê Tirkiyê Yaşar Guler çû Şirnexê.

Hat ragihandin wezîrê şer ji bo moral bide leşkeran wê here ser sînorê başûrê Kurdistanê.

Erdogan kabîneya xwe ya şer kom kir

Li aliyê din serokê rejima faşîst ya Tirkiyê Erdogan jî kabîneya xwe ya şer kom kir.

Civîn li Qesra Dolmabahçe ya li bajarê Stenbolê pêk hat.

Piştî civînê li ser navê Wezareta Ragihandinê ya Tirkiyê daxuyanî hat dayîn.

Di daxuyaniyê de gefa êrişên nû yên li dijî Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin.

Li Zapê çalakiyeke nû: Gelek dagirker hatin kuştin

Back to top button