Şaredariyên gel yên Hesekê û Girkê Legê, li gorî budceyên ku hatine diyarkirin dest bi projeyên xwe yên xizmetguzarî kirine.
Şaredariya Gel a Hesekê ji 20 Hezîranê ve dest bi projeya sererastkirina rêyan kiriye.
Hevseroka Şaredariya Gel a Hesekê Viyan Cacan dazanîn ku wan bi miqdarê 150 hezar dolar e anku 400 mîlyon lîreyên Sûriyê wek şarederî proje pêşxistine dê projeyên xwe pêkanîn.
Ne tenê Hesekê rêveberiya şaredariya gel a Girkê Legê jî diyar kir ku ji bo çêkirina geraceke û kolandina bîrekê wan 64 hezar dolar veqetandiye.
Her wiha wê rê, kolanên navçeyê û torên kanalîzasyonê bên sererastkirin û û vekirin.
Li gorî çavdêrên Şaredariya Gel, dê rêya bajaroka Mistefawiyê û rêya gundê Yûsifiyê werin sererastkirin û torên kanalîzasyonê yên gundên Rimêlan Paşa û Erûr jî werin nûkirin.