Artişa dewleta Tirk a dagirker gundên Belûniyê yê navçeya Til Rifatê bombebaran kir.
Dewleta Tirk a dagirker gundê Belûniya yê navçeya Til Rifatê ya Kantona Efrînê û Şehbayê bombebaran kir.
Derbarê ziyanan, tu agahî nehatine bidestxistin.
Beriya wê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundewarên bakur û rojavayê Minbicê topbaran kirin.
Di êrişê de nuqteyeke hêzên hikumeta Şamê jî hat topbaran kirin.