‘Em ê bi her awayî ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bixebitin’

Li dijî tecrîdê, komploya 15’ê Sibatê û ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Konferanseke Jinan hate lidarxistin.
Konferans li bajarê Reqayê bi tevlîbûna 256 delegeyan pêk hat.
Jinan di konferasê de teqez kirin ku ew

Di bin dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” ji bo azadiya Rêber Apo konferasnek hate lidarxistin.

Konferans bi orgenîzeya Kongra Star û Kombûna Jin a Zenûbiya li Reqayê bi beşdariya 256 delegeyan pêk hat.

Endamên Kongra Star, Kombûna Jin a Zenûbiya, Meclisa Jinan a Sûriyê, Nivîsgehên Jinan ên partiyên siyasî li Reqayê beşdarî konferasê bûn.

Hin mêvan ji Şam, Hums, Hema û Lazqiyê jî tevli konferansê bûn û bi rêya zoomê jî beşdarî ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê çêbû.

Di konferasê de, xalên wekî encamên Komploya Navneteweyî û bandorên wê li rewşa siyasî, sûcên li dijî Rêber Apo li gorî pîvanên navneteweyî û pêngavên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin nîqaşkirin.

Piştî nîqaş û nirxandinan gelek axaftin hatin kirin û ev yek hate gotin:

“Îro li vê holê pêkhateyên ku li hember rêxistina herî terorîst DAIŞ’ê li ber xwe dane û bi ser ketine, kom bûn.

Dewleta Tirkiyê dixwaze vîna her jineke azad têk bibe ji lewra êrişan dike, lê me biryara berxwedanê da û veger tune ye.”

Bal hate kişandin ser tecrîda giran ya li dijî Rêber Apo û ev tişt hate gotin:

“Ji bo azadkirina Rêber Apo bi her awayî em wekî jinên li herêmê dê têkoşînê bikin û li hember vê tecrîdê derkevin.

Ji xwe armaca komployê ew bû ku Rêber Apo, gelê Kurd û hemû gelê aştîxwaz ji hev qut bikin, lê bisernektin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû û ji xalên sereke ev in:

Li ser bingeha fikir û felsefeya Rêber Apo xwebirxêxistinkirin û perwerdekirin.

Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo destekdayîn bi hemû çalakiyên li Sûriyê re.

Bi her awayî kar û xebat bêne berfirehkirin ji bo eşkerekirina rewşa tenduristî ya Rêber Apo.

Ji bo belavkirina fikrên Rêber Apo kar li her derê bê kirin.

Konferansa Azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo li Reqa tê lidarxistin

Back to top button