Endama Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf diyar kir ku divê PDK’ê bi diyalogan pirsgirêkê çareser bikin û berjewendiya Kurdayetî bi ser berjewendiyên partiyê re bigire. Sekreterê Giştî yê PDK-S’ê Cemal Şêx Baqî jî destnîşan kir ku li dijî kurdan komplo hene û PDKê li dijî kurdan bi komplogeran re ye.
13’ê Kanûnê PDK’ê û “Pêşmergeyên Roj” ên li Amêdiyê êrîşî Gerîlayan kir û 3 gerîla birîndar kirin.
Endama rêveber a Desteya Rêveber a KNK-Rojava Ebîr Hesaf ji ber êrîşa PDK’ê mixabîniya xwe anî zaman û destnîşan kir ku ev tenê dikeve xizmeta dijminên doza Kurd û Kurdistanê.
Ebîr da zanîn ku tişta li Başûrê Kurdistanê rû dide dê bandorê li yekitiya Kurdan bike û xwînrijandina Kurdan wê gelek astengiyan ava bike, ji lewre divê partiyên siyasî bi diyalogan pirsgirêkên çareser bikin û ji berjewendiyên partîzanî yên teng dûr bikevin.