Kongra Gel: Em li destkeftiyên berxwedana Şengalê xwedî derkevin

Hevserokatiya Dîwana Kongra Gel bi boneya cejna Êzî hêvî kir ku ev Cejin bibe navgîna xwedîderketina li destketiyên berxwedana Şengalê.

Kongra Gel di peyama xwe de got:

“Mixabin, gelê Êzidî Cejnê di bin mercên giran de pêşwazî dike.

PDK’ê di sala 2014’an de Şengal radestî DAÎŞ’ê kir, niha jî dixwaze bifiroşe Bexdayê.

Lê tevî van dijwariyan jî, Êzidî li hemberî hemû planên qirker, berxwedaneke bêhempa kiriye.

Kongra Gel bang li Êzidiyan kir ku ji hêza xwe bawer bin û baş bizanin ku bingeha parastina nirxên Şengalê, têkoşîn û berxwedan e, divê Kurdistaniyên li welat û derve jî, li Şengalê xwedî derkevin.

Back to top button