Şêniyên Herêma Pişder û Germiyan diyar kirin ku sedema qeyrana li herêmê PDK û Tirkiye ye.
Şêniyan destnîşan kir ku ku qeyrana li herêmê roj bi roj kûrtir dibe û Tirkiye armancên xwe yên Osmaniya nû bi rêya PDK’ê li herêmê bicih tîne.
Şêniyan her wiha piştrast kir ku reya tekane ya çareserkirina aloziyan, diyalog e ji ber ku eger şer biqewime wê tenê destkeftiyan kurdan zirarê bibînin.
Şêniyên Herêma Pişder û Germiyanê di dawiyê de, bang li xelkê Başûrê Kurdistanê kirin ku ji van planan hişyar bin.