Amerîka, karînên Tirkiyê yên xweparastinê asteng dikin

Serokerkanê berê yê dewleta Tirk Îlker Paşbog ragihand ku cezayên Amerîkî li ser Tirkiyê, wê bandoreke mezin li karînên Enqere yên xweparastinê bikin.

Îlker Paşbog diyar kir ku ev cara yekemîn e Amerîka cezayan li ser welatekî endamê NATO’yê ferz dike û teqez kir ku xistina Tirkiye di lîsteya dijminên Amerîkayê de, nayê qebûlkirin.

Paşbog teqez kir ku ferzkirina cezayan tê wateya ku têkiliyên her du welatan gihîştine xaleke tirsnak.

14 vê mehê, di çarçoveya qanûna ”Dijminên Amerîka” ku bi navê CAATSA tê naskirin de, Amerîka ceza li Ajansa Kirîna Çekan a wezareta Parastina Tirkiyê birîn.

Back to top button