Li Efrîna Dagirkirî ,dewleta Tirk û çeteyên wê Keleha Nebî Horî ya dîrokî vediguherîne û dike mizgeft.
Ajansa nûçeyan ANHA ragihand ku dagirkeriya Tirk Keleha Nebî Horî ya dîrokî ya li navçeya Şera vediguherîne û li qada wê mizgeftekê ava dike.
Keleha Nebî Horî ku bi “bajarê Koriş an Sîros” jî tê nasîn, 45 km li bakurê rojhilatê bajarê Efrînê ye û girêdayî navçeya Şera ye. Dîroka wêvedigere sala 312`an (B.Z).
Li gorî rapora Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê, ji dema ku dewleta Tirk Efrîn dagirkiriye û heta niha bê ser û ber dizî ,talankirina gelek cihên dîrokî dike.