Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û gundewarên wê, bi daxuyaniyekê hemû lêçûnên birîdarên sivîl girtin ser milên xwe.
Ji bo şêniyên Mibic û gundewarên wê:
“Ji ber bûyerên ku di rojên borî de qewimîbûn, gelek sivîl birîndar bûn.
Em weke Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên wê, dê hemû pêwîstî û lêçûnên dermankirina birîndaran pêşkêş bikin.
Li ser vê yekê, me komîteya tenduristiyê ji bo şopandina tenduristiya wan, erkdar kiriye. Bi hêviya başbûnê be.”