110 rojin Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

Rojnamevan Silêman Ehmed ê ku ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiyê revandin ev 110 roj in ti agahî jê nayê girtin.

Silêman Ehmed rojnamevanekî ji rojavayê Kurdistanê ye.

Erka wî di ajansa Rojnews’ê de edîtorê beşa erebî wergirtibû.

Wexta ji Rojava diçû Başûr hat revandin û ev zêdertirî 3 meh in, tu kes tiştekî li ser wî nizane.

Her ku diçe guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Lê mixabin PDK’ê rê nade ne parêzer ne jî malbat kesek hevdîtinê li gel wî bike.

Parêzerê Silêman Ehmed diyar kir ku Ji dema revandina Silêman Ehmed ve, me hewl da ku em wî bibînin û dosyeya wî bixwînin.

Herî dawî 2’yê Çile tîma parêzeran ji bo hevdîtina Silêman Ehmed serî li dadwer dan.

Dadwer ferman da ku parêzer Silêman Ehmed bibînin.

Lê piştî parêzer çûn asayîşa Dihokê carek din ji aliyê rêveberiya asayîşa PDK’ê ya Dihokê ve parêzer hatin astengkirin û guh nedan fermana dadwer.

109 roj in Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin

Back to top button