99 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Ev zêdetirî 3 meh in, agahî ji Rojnamevan Silêman Ehmed nehatiyê girtin.
Tişta diyar ew e ku ji hêla desthilata PDK’ê ve hatiye revandin.

Rojnamevanê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 99 rojin agahî jê nayê girtin.

Roj bi roj guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.

Asayîşa PDK’ê ya Dihokê, bi daxyaniyek ne rast gefa cezakirinê li Silêman kir.

Ajansa Rojnewsê, tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê bi tundî şermezar kir û daxwaza serbestberdana wî kir.

Yek ji Parêzarên Silêman Ehmed Nêrmîn Ehmed, diyar kir ku ji dema revandina Silêman ve, em hewl didin ku wî bibînin û got:

“PDK’ê rê nade parêzer û malbatê ku hevdîtinê li gel bike.”

Ajansa Rojnews’ê got, PDK’ê ji ewlehî û jiyana rojnamevan Silêman Ehmed berpirse.

Back to top button