Kongra Star bi nirxandin, biryar û plansaziyek xurt civîna xwe ya salê li darxist.
Kongra Star di civînê daxuyakirin rojeva wan ya sereke azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bilindkirina asta têkoşînê li dijî dagirkeriyê erka wan ya serek e ye.
Di bin dirûşma “Bi pêşengtiya Zelal û Nûdeman em ê tecrîdê bişkînin, rêxistina xwe avabikin” Kongra STAR civîna xwe li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.
Civîn 27’ê Çileyê pêk hat.
Rapora kar û xebatê salekê hate xwendin, rewşa siyasî hate nirxandin.
Yek ji mijarên sereke yên nirxandinê tecrîda li dijî Rêber Apo bû.
Di civene de hate teqezkirin wê bi têkoşîn û pêngavên cîhanî bûyî azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk bê.
Gelek axaftin di civînê de hatin kirin û tê de bal hate kişandin ser têkoşîna jinê di hemû qadên jiyanê de û wiha hate gotin:
“Bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo ku li her dera cîhanê belav bûye, îro jinên li herêmê gihane vê astê.”
Rojevek din jî kaos, qeyran û şerên li cihanê rû didin û bandora wan li ser jin û zarokan bu.
Ji bo çareseriyê jî hevgirin û rêxistinkirina jin wekî bingeh hat nîşandan.
Xalek din jî hevpeymana civakî ya bi têkoşîna jinan hati avakirin û rêbazên pêkanîna wê di nava civakê de bû.
Kongra STAR bi daxuyaniyekê encamnameya civîna xwe eşkere kir.
Çend xalên encamnameyê wiha ne:
- 10’ê Sibatê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi pêşengiya Kongra Star û Kombûna Jinan a Zenobya konferans bê li darxistin.
- Nivîsandina nameyan ji aliyê jinên Kurd, Ereb û Êzîdî ji bo rêber Apo û bi rengê pirtûka ji derya dilê me re bê çapkirin.
- Li ser bingehê peradîgma netewa demokratîk di welatên rojhilata navîn kar û xebat werin meşandin.
- Amadekirina dosya li ser jinên pêşeng ên ji aliyê dewleta Tirk a faşîst ve hatin şehîdkirin û ji aliyên pêwendîdar re şandin.
- Destpêkirina lêkolînekê li ser sosyolojiya civakê li gorî her herêmekê û rewşa jin tê de berî û piştî şoreşê.
- Vekirina dewreyên perwerdê di aliyê bîrdozî û guhertina zîhniyeta mêrsalar de.
- Ji bo berfirehkirina meclisa jinên Êzîdî di asta Sûrî de bê orgenîzekirin.
- Li gor pêwîstîyan vekirina malên parastina jin.
- Li hember dagirkeriya dewleta Tirk rêze çalakî bi pêşengtiya jinan bê lidarxistin.
- Xurtkirina sîstema hevserokatiyê di tevahî komîn, sazî û desteyên rêveberiyê de.
- Cih ji zarokên jinên di nava kar de bê vekirin.
- Danasîna Kongra Star li tevahî tax û gundan.