Kongra Star civîna xwe li ser asta herêmê li dar xist

27’ê vê mehê Kongra Star civîna xwe ya salane li dar xist û tê de gelek rojevên sereke û di serî de tecrîda li dijî rêber Apo û xebatên jinan hatin nîqaş kirin.
Di rojên pêş de Kongra STAR dê encamnameya xwe eşkere bike.

27ê çileya 2024’an Kongra Star civîna xwe ya salane li ser asta Bakur û Rojhilatê Suriyê li dar xist.

Kongerans bi dirûşmeya ”Bi pêşengiya Zelal û Nûdeman em ê tecrîdê bişkînin, rêxistinê ava bikin ‘ pêk hat.

Di civînê de berdevka Kongra Star Rîhan Loqo axaftina vekirinê kir û wiha got:

“Di şexsê hevrê û pêşenga me jinan, Zelal Zagros û Nûdem em hemû şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîrtînin.

Meha Çile bi berxwedanî ,çalakî ,serkeftin û rizgarkirinan tijî ye, di heman demê de salvegera 7’an a dagirkirina Efrînê ye.

Rîhan Loqo behsa têkoşîna her sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Doxan û Leyla Şaylemez kir û ev yek anî ziman:

“Em ê di vê kombûna xwe de, ji bo xurtkirina kar, têkoşîn û xebatê ji bo avakirina civak û malbateke demokratîk soz didin.”

Piştre rapora xebata salekê hate xwendin û nirxandin li ser rewşa Siyasî hatin kirin.

Endama Koordînasyona Kongra Star Dîlan Efrîn jî anî ziman ku zêdetirî 35 meh in agahî ji rêber Apo nayê girtin.

A herî girîn em ji bo rakirina vê tecrîdê bixebitin, ji ber îro tişta em binrxînin ew e ku emê ji bo azadiya Rêbertî têbikoşin.

Divê em bi her awayî piştgiriyê bidin kampaniya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye lidarxistin.

Rojeva civînê bi nirxandina xebat, rewşa jinê, pirsgirsgirêkên pêşiya jinê derdikevin bi dawî bû.

Hêjayî gotinê ye ku di rojên pêş de, wê encamnameya civîna Kongra STAR were eşkere kirin.

Back to top button