Çeteyan li Efrînê 200 darên zeytûnan birîn

Dewleta Tirk talakirina xwezaya Efrînê didomîne. Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 200 darên zeytûnan li navçeya Şêrawayê qut kirine û bac li şêniyên navçeya Şiyê ferz kirin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên ji kantona Efrînê ya dagirkirî, çeteyên Feyleq El Şam 200 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Cemo Omer ê ji navçeya Şêrawayê qut kirine.

Çete bacê li Kurdên ku li Efrînê mane ferz dikin

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pêkanîna sûcên li dijî şêniyên resen ên Efrînê ku ji kantonê derneketine jî, didomînin.

Li gorî çavkaniyên ji navçeya Şiyê, çeteyê bi navê Mihemed Casim Ebû Emşe û birayê wî Elemdar 800 dolar bac li şêniyên kurd ên ku li navçeyê mane ferz kirine.

Back to top button