Pêkhateyên herêmê rojane dadikevin qadan û dibêjin: “Em ê bi herawayî ax, destkeftî û projeya xwe biparêzin û xwedî li xwîna zarokên xwe derkevin.”
LI Til Birak û Dêra Zorê meşên girseyî hatin lidarxistin û êriş hatin şermezarkirin.
Li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker gelê herêmê bi hêrs in û di nava çalakiyan de ne.
Li navçeya Til Birakê ya kantona Cizîrê, bi sedan şênî, endamên saziyên sivîl, leşker, partî û rûspiyên êlên herêmê meşek lidar xistin.
Piştî meşê hevserokê Meclisa Til Birakê Ebdurehman El Salih axivî û got:
“Dagirkeriya Tirk bi van êrişan siyaseta birçîkirin û koçberkirinê li dijî welatiyên herêmê dimeşîne.
Em bang li pêkhateyên herêmê dikin ku bi hev re bisekinin û li hember êrişan têkoşîna xwe dewam bikin.”
Li Dêra Zorê jî bi serkêşiya Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yektîtiya Jinên Ciwan meşek girseyî pêk hat.
Meş li kolana El Mezad rawestiya û li wir li ser navê Tevgera Ciwana Elî El Ehmed axivî û got:
“Em wekî ciwanên herêmê dê heta dawiyê xwedî projeya xwe derkevin û rê nedin dagirkeriyeke nû.”
Tevgera Xwendekarên Demokratîk êrişên li dijî herêmê şermezar kir
Tevgera Xwendekarên Demokratîk jî têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, li pêşiya Fakulteya Endezyariya Petrolê ya li bajarokê Rimêlan daxuyaniyek da.
Tevgerê got:
“Em êrişên dewleta Tirk a wêranker û bi taybet ên li dijî binesaziya herêmê şermezar dikin.
Ev êriş bandoreke mezin li xwendekaran kir.
Di daxuyaniyê de teqezî bi dewamkirina berxwedanê û perwerdeyê heta avakirina welatekî demokratîk û azad li ser bingeha fikr û felsefeya Rêber Apo hat kirin.