Bi çalakiya grevê piştgirî dan Nobeta Eddaletê

Li gelek bajaran Nobeta Edaletê dewam dike.
Rêveberên Rêxistina ESP’a Stenbolê bi armanca piştevaniya nobetê ji bo 3 rojan çalakiya greva birçîbûnê dan destpêkirin.
Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kiribûn.

Bi heman boneyê bi pêşengtiya xizmên girtiyan, li gelek bajaran Nobeta Edaletê hatibûn destpêkirin.

Nobetê Edaletê ya di avahiyê DBP’a Mêrdînê de dawam dike.

Ji Dayikên Aştiyê, Kadriye Akar destnîşan kir ku ew ji bo azadiya Abdullah Ocalan di çalakiyê de ne.

Li Stenbolê jî çalakiya Nobeta Edaletê bi biryardarî û piştevaniyan didome.

Rêveberên Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) û Komeleya Elewiyên Demokratîk (DAD) serdana Nobeta Edaletê kirin.

Di nobetê de li ser navê Rêxistina ESP’a Stenbolê Zuleyha Muldur axivî.

Muldur, anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê belavî girtîgehên din bûye.

Rêxistina bajar a ESP’ê jî ji bo 3 rojan beşdarî çalakiya greva birçîbûnê bû.

Çalakiya Nobeta Edaletê ya li Wanê bi pêşengtiya TUHAY-DER’ê li avahiya DBP’a Wanê hatiye destpêkirin di roja 50’yan de dewam kir.

Nûnerên partiyên siyasî yên navçeyên Şax û Mîksê û gelek kesan serdana nobetê kirin.

Girtiyên di greva birçîbûnê de Nobeta Edaletê silav kirin

Girtiyên siyasî yên di girtîgehên Amedê de ji bo dayikên di Nobeta Edaletê de nameyek şandin û çalakiya wan silav kirin.

Girtiyan bo dayîkên di çalakiyê de gotin:

“Têkoşîn û sekna we hêz û moralê dide me.”

Back to top button