Nobeta Edaletê bi biryardariyeke xurt didome

Nêzî mehekê ye xizmên girtiyan li dijî tecrîd, şer û binpêkirinên mafan di nobeta edaletê de ne.
Nobet bi pêşengiya dayikan li Wan, Amed, Mêrdin, Edene, Mêrsîn, Îzmir û Stenbolê dewam dike.
Çalakî bi serlêdan û piştevaniyan mezin dibe.

“Ji bo edaletê em tecrîdê bişkînin ji bo aştiyê em bibin dengê zindanan”

Bi vê dirûşmeyê têkoşînû berxwedana ji bo edaletê li Wan, Amed, Mêrsîn, Mêrdîn, Edene û Stenbolê didome.

Li bajarê Wanê nobetê 49 roj li dû xwe hişt..

Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê, çalakgerên TJA û gelek kesên din çûn serdana çalakgeran û piştevaniya xwe anîn ziman.

Dayikan gotin, heta tecrîd li dijî rêber Apo ranebe li ser me jî ranabe.

Li Amedê jî nobeda Edaletê di roja 49’an de li avahiya DEM Partî ya Navçeya Rezan dewam kir.

Dayikên Aştiyê, namzetên şaredariyan ên DEM Partiyê û gelek welatî hatin serdana çalakgeran.

Dayikan di çalakiyê de kilam gotin.

Li bajarê Mêrsînê jî çalakî dewam dike.

Dayikên Aştiyê û rêveberên saziyên civakî tev li çalakiyê bûn û daxwaza azadiya fîzîkî ya rêber Apo kirin.

Li Mêrdînê jî xizmên girtiyan ev demeke di nobeda edaletê de ne.

Gelek saziyên civakî çûn serdana nobedê.

Nobeda Edaletê li Stenbolê di roja 41’an bi coş dewam kir.

Çalakgerên ku di çalakiyê de berdilkên “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” li xwe kirin, bê navber dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bê serok jiyan nabe” berz kirin.

Li Edeneyê jî Nobed i roja 50’î de dewam kir.

Çalakiya ku Dayikên Şemiyê nobedê digirin, gelek rêveberên saziyên sivîl piştgirî dan.

Nobeta Edaletê: Em Abdullah Ocalan azad bikin

Back to top button