Îbrahîm Şêxo: Polîtîkayên guhertina demografîk li Efrînê didome

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo diyar kir ku di hundirê Efrîna dagirkirî de ewlehî nîn e û rojane li dijî şêniyên wê çeteyên dewleta Tirk a dagirker sûcan dikin.

Dewleta Tirk a dagirker li Efrîna dagirkirî planên Kuştin, revandin, guhertina demografîk, koçberkirina şêniyên resen, didomîne.

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo têkildarî planên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li Efrînê ji ajansa hawarê re axivî.

Îbrahim Şêxo di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser guhertina demografiya Efrînê bi destpêkirina dagirkeriyê re û got:

“Bi dagirkirina kantona Efrînê re, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya meşandina siyasetên cuda yên mîna tirsandina xelkê, kuştin, revandin, desteserkirina mal û avakirina mêtingehan, dest bi guhartina demografiyê kir.

Îbrahim Şêxo: Armanca dagirkeran tenê ev ku gelê Efrînê koçber bibe

Şêxo wiha domand: “Di wê çarçoveyê de xelkê bajarê Efrînê hat koçberkirin û li şûna wan malbatên çeteyan hatin bicihkirin.

Şêniyên resen ên li Efrînê jî mane, bacên giran li wan ferz dikin.

Li Şiyê û tevahî Efrîn ji destpêka mewsima zeytûnan û piştî mewsimê bacên 3 hezar heya 7 hezar dolar li gel dane ferzkirin.”

Îbrahim Şêxo diyar kir ku li Efrîna dagirkirî rojane şerê navxweyî yê çeteyên dewleta Tirk derdikeve û wiha got:

“Sedema van jî parvekirina madeyên xwarinê yan jî parvekirina tiştên ku dizîne, bi hev ketin û tirsê di nav şêniyan de çêdikin.

Armanc ji vê yekê şêniyên resen tengav bikin û wan neçar bikin ku ji warê xwe koçber bibin.”

Îbrahim Şêxo: Dewleta Tirk berpirsê sûcên li Efrîn pêk tê ne ye

Îbrahim Şêxo dazanîn ku artêşa Tirk tu carî destwerdanê nake ku çeteyên şer dikin ji hev veqetînin da ku Efrîn wek herêmeke aloz û telihev bimîne û di encamê de dagirkirina xwe ya li herêmê li pêşiya civata navneteweyî rewa nîşan bide.

Her wiha diyar kir ku dewleta Tirk ji sûcên ku li Efrînê têne kirin, berpirsê yekemîn e.

Endamê Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê Îbrahîm Şêxo di dawiya axaftina xwe de wiha got: ”

“Efrîn herêmeke ne ewle ye.

Belgeyên guhertina demografî, aloziya ewlehî, revandina û qetilkirina sivîlan, standina fidyeyê di destê wan de hene.”

Back to top button