Li bajarê Marsîlya yê Fransayê li dijî tecrîdê mîtîng hat lidarxistin

Bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger-TCŞ’ê Kurdistaniyên li bajarê Marsîlya yê Fransayê li hev civiyan, bi mîtîngek tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin.
Di çalakiyê de peyamên piştgiriya ji bo DEM Partiyê jî hatin dayîn.

Gelek Kurdistanî û dostên wan beşdarî mîtînga ku li Marsîlyayê hat lidarxistinbûn.

Fethî Tatos ê di mîtîngê de axivî, diyar kir ku divê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin û tecrîd bi dawî bibe.

Nûnerên partiya CPT’ê di axaftinên xwe de DEM Partî ya ku di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de serkeftineke mezin bi dest xist silav kirin û tecrîd şermezar kirin.

Mîtînga ku gelek caran dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” tê de hatin berzkirin, bi axaftina Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk Enes Karliova bi dawî bû.

Back to top button