Xelkên Kobanê: Ji ber bûhabûnê em nikarin pêdiviyên cejnê bikirin

Şêniyên Kobanê amadekariyên Cejna Remezanê dikin.
Şênî dibêjin ji ber bihatiyê kirîna şîranî û cil û bergan gelekî zehmet e.

Bi nêzîkbûna cejna Remezanê re, xelkê Kantona Firatê xwe amade dike û di nava sûkan de cil û berg û kel û pelên cejnê dikirin.

Lê ji ber bihabûna zêde ku buha li gorî dolar tên diyarkirin, şênî bi gazin in.

Şêniya bi navê Şîrîn Mihemed diyar kir ku ew daketin sûkê ji bo pêdiviyên cejnê bikirin lê ji ber buhabûna zêde nekarîbûn tiştekî bikirin û got:

“Ji ber bihabûna heyî em di rewşeke zehmet re derbas dibin, lê aliyên peywendîdar bi karê xwe ranabin.

Her dikanek li gorî xwe buha diyar dike.”

Şêniyê bi navê Emer Ehmed jî wiha behsa buhabûa li sûkê kir:

“Em ji ber hatine cejnê gelekî kêfxweşin.

Lê ji ber buhabûnê em hin caran xwe ji gelek tiştan bê par dihêlin.”

Back to top button