Li bajaroka Til-Izêr yê Şengalê yekem car Perwerdeya Zimanê Kurdî hate dayîn

Bi armanca teşwîqkirin û pêşxistina perwerdeya bi Zimanê Kurdî, Saziyên Ziman û Perwerdeyê ya Êzîdiyên Şengalê li bajarokê Til-izêrê yê Şengalê şahiyek ji bo zarokên dibistanê lidarxistin.

Li şengalê piştî fermanê zarokên civaka Êzidî li ser nasnameya Êziditiyê bi zimanê xwe perwerde dibînin.

Îsal li bajaroka Tilizêr ya Şengalê ji aliyê Saziya Ziman û Perwerdeya Kurdî ya Êzidiyên Şengalê yekem car dibistana perwerdeya zimanê Kurdî(latînî) hatiye vekirin.

Di dibistanan de armanc ne tenê fêrkirina zimane, di heman demê de zarok fêrî çand û baweriya Êzdayetiyê jî tên kirin û ji qirkirina çandî ya li ser civaka Êzidî jî tên parastin.

Mamoste Elî Mirad derbarê perwerdeya dibistanê de axivî û got:

” Me weke ciwanên Êzidî li ser xwe ferz dît, xebatên perwerdehiyê bimeşînin.

Em li dibistanê hem tîpên latînî ya Kurmancî fêrî wan dikin, hem jî Êzdayetî fêrî wan dikin.

Yên bixwazin xwe fêrî zimanê Erebî bikin, em Erebî jî didin.”

Piştî axaftinan şahî bi gerandina govendê bidawî bû.

Back to top button