Yekitiya Jinên Kurd a Swîsreyê -YJK-S’ê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan bi meşekê pîroz kirin.
Meş di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd” ku di 10’ê Cotmeha 2023’yan de dest pê kiribû, li bajarê Zûrîh yê Swîsreyê pêk hat.
Bi sedan kurdistanî tevlî meşê bû
Li dijî tecrîdê û bi boneya 4’ê Nîsanê kurdistanî li navenda bajêr meşek li darxistin û piştî meşê meşvan vegeriyan qada pîrozbahiyê.
Li qada pîrozbahiyê siyasetmedar Nejdet Atalay bi boneya rojê axivî û got:
“Îro li çar parçeyên Kurdistanê û li çar aliyên cîhanê gerîla, girtî, dayikên aştiyê, dostên gelê Kurd berxwedaneke topyekûn nîşan didin.
Ger em destên xwe bidin hev û li ber xwe bidin, em dikarin azadiya Rêber Apo misoger bikin.”
Çalakî piştî axaftina Surer ku banga tevlîbûna çalakiya bû
Çalakî bi erdkirina şano û bi govendê qediya.