Daîreya Avê ya Şaredariya Gel a Dêrikê ji bo çareserkirina qutbûn avê, torên avê yên nû ava dike û bîrên nû dikole.
Daîreya Avê ya Şaredariya Gel a Dêrikê bi hevkariya Desteya Enerjiyê 3’ê bîrên ava vexwarinê li nava taxên navçeyê kolan.
Hevserokê Daîreya Avê ya Dêrikê Mistefa Ehmed der barê mijarê de agahî dan û ev got:
”Armanca me ji vê projeyê ew e bîran bi xeta kehrebeya nexweşxaneyê ve girêdin, ji bo qutbûna kehrebeyê bandorê li derxistina avê neke.
Ev proje ji bo derxistina ava vexwarinê ye û wê krîza avê li hemû taxên Dêrikê çareser bike.”
Dibe ku di demeke nêz de hemû torên taxên Dêrikê jî werin sererastkirin da ku qutbûn û kombûna avê li navçeyê were çareserkirin.