Serokê MÎT’ê li gel Barzanî civiya: PDK’ê carek din soza hevkariya da

Berpirsiyarê saziya îstîxbarata Tirk MÎT’ê Îbrahîm Kalin, piştî serdana xwe ya Bexdayê, berê xwe da Hewlêrê û bi Mesud Barzanî re civiya.
Di civînê de her du aliyan wek her carê tekezî li ser hevkariya navbera hikûmeta Herêma Başûr û Tirkeyê de kirin.

Berpirsiyarê saziya îstîxbarata Tirk MÎT’ê Îbrahîm Kalin 22’yê vê mehe ji nişka ve serdana Iraqê kir.

Di serî de Serokkomarê Iraqê, Kalin bi gelek rayedarên Iraqê re civiya.

Serokkomarê Iraqê Ebdul Letîf Reşîd jî li gel Serokê MÎT’a Tirk Îbrahîm Kalin hevdîtin pêkanî.

Di civînê de serokkomarê Iraqê îşaret bi binpêkirinên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê kir û xwest Tirkiye rêzê li serweriya Iraqê bigre.

Îbrahîm Kalin piştî serdana xwe ya li Bexdayê, serdana Hewlêrê jî kir û li gel Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî civiya.

Li gorî medya nêzî PDK’ê ragihandî Mesûd Barzanî li navçeya Pîrmamê ya Hewlêrê pêşwazî li Serokê Mît’ê Îbrahîm Kalin kiriye.

Hate diyarkirin ku di hevdîtinê de li ser rewşa siyasî ya herêmê û metirsiya ‘terorê’ gotûbêj hatiye kirin.

Her wiha hate ragihandin ku wek her carê di civînê de tekezî li ser hevkarî û hemahengiya navbera Tirkiye û Herêma Başûr hatiye kirin.

Hêjayî gotinê ye dewleta Tirk a dagirker rojane Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û sivîlan qetil dike.

Lê heya niha jî ji rayedarên Hikumeta Herêmê ti helwestek nehatiye dîtin û berovajiyê wê li gel hêzên dagirker di nava hevkariyê de ye.

Mînaka vê ya herî dawî jî fermana êrişan ya PDK’ê li dijî Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bû.

Piştî vê fermanê 22’yê mehê êekdarên PDK’ê li dijî gerîlayan kemîn danîn û gule reşandin.

Piştî kemînê balafirên Tirkiyê jî wesayîtên gerîla bombebaran kirin.

Di encama kemînrde jî 2 gerîla birîndar bûbûn.

Çekdarên PDK’ê di nava 4 salan de, 4 caran kemîn danîn pêşiya Gerîlayên Azadiyê û 12 gerîla şehîd xistin.

Back to top button