Meşa azadiyê di roja 7’an de li Roûenê berdewam kir

Meşa ji bo azadiya Rêber Apo li bajarê Roûen ê Fransayê di roja 7’an de berdewam kir.
Di meşê de der barê tecrîda girankirî ya li Îmraliyê de welatî hatin agahdarkirin.
Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal jî bi peyamek bi dîmen ji çalakvanên re şand.

Meşa 25 rojan a ji Parîsa paytexta Fransayê heta Strasboûrgê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo tê plankirin, di roja 7’an gihîş bajarê Roûen ê Fransayê.

Di meşê de çalakvanan bi hezaran belavok li gel û esnafên derdorê belav kirin.

Di çalakiyê de çalakvana diyar kirin ku divê dewleta Tirk tavilê dawî li tecrîdê bîne û Rêber Apo bi awaykî fîzîkî azad bike.

Piştî meşê li Komeleya Giştî ya Roûenê civîna gel pêk hat.

Gelê herêmê eleqeyeke baş nîşanî civînê dan.

Remzî Kartal bang li gelê Kurd û dostên wan kir ku biherikin Kolnê

Hevserokê Kongra Gel Remzî Kartal, jî peyamek bi dîmen ji çalakvanên meşa 25 rojan re şand.

Kartal di peyama xwe de xwest ku bi meşa Kolnê peyam ji komplogeran re bê dayîn.

Li Swîsreyê banga azadiya Rêber Apo hate kirin

Back to top button