Gotegotên vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê

Li vê dawiyê gelek gotegot derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê belav bûn.
Ev gotegot bi êrişên li ser baregehên Amerîkayê li herêmê zêde bûn.
Amerîka bi rengekî fermî ragihand ku ew hêzên xwe ji Sûriyê venakişînin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan jî got ku Rûsya, Tirkiye û Îran li pişt van propangandeyên bi vî rengî ne.

Bi destpêkirina şer xezayê re li herêmê tansiyona şer bi taybetî li Sûriyê û Iraqê zêde bûne.

Milîsên Îranê li herêmê êrişî baregehên Amerîkayê li Sûriyê, Iraq û duh jî li Urdinê dikin.

Hemwextî van êrişan, bi rengekî dorveger vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê dibe rojev û bi taybetî di van çend rojên derbasbûyî de.

Derbarê vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê gelek analîz û daxuyanî hatin dayîn.

Rêveberiya Biden ragihand ku ti planên wan ên vekişandina hêzên Amerîkî ji Sûriyê nîne.

Ramî Ebdulrehman: Vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê propaganda ye

Rêveberiya Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan Ramî Ebdil Ruhman jî axivî û ev tişt anî ziman:

Vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê hemleyeke li ser asta ragihandinê hatiye destpêkirin.

Li ser erdê ti liv û tevgera vekişînê nîne.

Ramî Ebdulrehman: Tirkiyê Îran û Rûsya li pişt propagandaya vekişîna hêzên Amerîkî ne

Ev propaganda ye. Tirkiye Îran û Rûsya vê hemleyê bi rê ve dibin.

Armanc ji vê propagandayê zextê li QSD’ê bikin.

Berovajî wê Amerîka baregehên xwe li bakur û rojhilatê Sûriyê zêde dike.

Newaf Xelîl: Vekişîna hêzên Amerîkî ji Sûriyê dûrî rastiya li ser erdê ye

Rêveberê Navenda Kurdî ya lêkolînan Newaf Xelîl jî derbarê an mijarê de axivî û got:

Rastiyên li ser erdê diyar dikin ku hêzên Amerîka xwe ji Sûriyê venakişînin.

Amerîka bi berdewamî dibêje ku şerê wan bi hevkariya QSD’ê li dijî Daiş’ê bi dawî nebûye.

Lê zêde Amerîka hêzên xwe li Sûriyê di warê cebilxane û lojîstîkê ve xurt dike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku li vê dawiyê pêşniyarnameyek ji bo vekişîna hêzên Amerîka ji Sûriyê ji kongresê hat pêşkêşkirin.

Lê ev pêşniyar bi hejmareke zêde ya senatoran hat redkirin.

Back to top button