Îsraîlê êrişî Şamê kir: 7 kes hatin kuştin

Êrişên artêşa Îsraîlê li dijî xaka Sûriyê dewam dike.
Îsraîlê êrişî navendên pasdarên Şoreşê yên Îranê yên li başûrê Şamê kirin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Îsraîlê di sesatên nîvro bi moşekan êrişî Şamê kir.

Navendên Pasdarên Şoreşê yên Îranê li herêma Seyde Zeyneb yê li başûrê Şamê bûn Armanca êrişê.

Tevî ku Pergala Parastina esmanî a hikumeta Şamê kar kir, lê rê li ber êrişê negirt.

Di êrişê de, 7 kes hatin kuştin.

Dibe hejmara kuştina zêdetir bibe ji ber ku gelek birîndar hene û rewşa hine ji wan giran e.

Her wiha cihê ku hatiye aramckirin bi temamî hate rûxandin.

Li Derayê 8 çeteyên DAIŞ’ê û 3 çekdarên herêmî hatin kuştin

Back to top button