Bêtirî 3 mehane mamostayên Başûrê Kurdistanê di nav boykotê de ne

Li Başûrê Kurdistanê zêdetirî 3 mehin mamoste li dijî nedana mûçeyan boykot ragihandine.
Lê tevî vê jî hikuma başûrê Kurdistanê heta niha bersiva wan neda ye.
Lewam îro jî li gelek herêman mamoste carek din daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin.
Bi heman awayî gelek sazî û rêveberiyên li parêzgeha Silêmaniyê, Helebce, Koye û beşek li dadgehên Germiyanê piştgirî dan boykota mamostayan.

Bêtirî 3 mehin mamostayên Silêmanî, Helebce, Koye, Raperîn û Germiyanê li dijî nedana mûçeyan di nava boykotê de ne.

Lê tevî gelek çalakî û boykotan jî heta niha hikumeta Başûrê Kurdistanê bersiva wan nedaye.

Lewma mamosteyan îro jî li herêmên navbihorî boykot ragihandin.

Mamoste li ber derê Rêveberiyên Perwerdeyê kombûn û çalakî lidarxisitn.

Mamostayan di çalakiyên xwe de gotin, ev desthilat bê plane û şikestiye, bi hêncetên cûda mafê herî bingehîn yê mamostayan dixwe.

Bang li hikumetê kirin ku êdî xwendinê nekin qurbanê plan û xemsariya xwe, demek zû bersiva wan yên tayînkirin û dayîna mûçe bidin.

Li gelek herêman saziyên cuda piştgirî dane çalakiyên mamosteyan

Bi heman boneyê îro rêveberiya polîsên trafîkê, rêveberiya giştî ya elektrîkê û banka avahî-saziyan a Silêmaniyê jî tevlî boykota mamosteyan bûn.

Her wiha li parêzgeha Helebce jî xwepêşandan pêkhat û gelek saziyên hikumetê neçûn ser kar.

Li îdareya Germiyanê jî beşek zêde ya karmendên tendirustiyê û dadgehan li dijî nedana muçeyan tevlî xwepêşandana mamostayan bûn û wan jî boykot ragihandin.

Li navçeya Koye ya ser bi parêzgeha Hewlêrê jî tevî astengiyan, mamostayan xwepêşandan lidarxistin.

Serokatiya şaredariya Koye û hinek karmendên din ên saziyên hikumetê yên bajêr jî bi tevlîbûna nava xwepêşandanê piştgirî dan boykotê û neçûn ser kar.

Di xwepêşandanê de, hat xwestin tevayî karmendên saziyan piştgiriya mamostayan bikin.

Li 13 bajar û navçeyên Başûrê Kurdistanê mamoste û karmend li qadan bûn

Back to top button