Li Şengalê ji bo azadiya Rêber Apo konê çalakiyê hate vedan

Civaka Êzidî û Ereb ên Şengalê bi çalakiyên curbecur beşdarî pêngava cîhanî ya ji bo azadiya Rêber Apo dibin.
Bi vê boneyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li navenda Şengalê konê çalakiyê veda.
Ciwanên Ereb ên Şengalê jî ji bo xwendina parêznameyên Rêber Apo civînek lidarxistin.
Di çalakiyan de hate gotin, em wek gelê Şengalê Azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin.

Bi armanca piştgiriya ji bo pêngava ‘Ji Rêber Apo re Azadî, ji Şengalê re xweserî’ ku 21 Cotmehê hate ragihandin, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ)’ê li navenda Şengalê konê çalakiyê veda.

Her wiha li ber kon ji aliyê Yekitiya Ciwanên Êzidîxanê ve jî standa pirtûkên rêber Ocalan hatiye danîn.

Endama Koordinasyona TAJÊ Neam Bedel li ser çalakiya ku wê 3 rojan bidome axivî û got:

“Tişta ku em dixwazin, azadiya Serok Apo ye, ev ne tenê xweseteka meye, xweseteka bi milyonan kesî ye.

“Em wek gelê Şengalê azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin”

Di roja 1’mîn a çalakiyê de, Meclisa Guhbel, Zorava û Şengalê serdana kon kirin û peyam dan.

Berdevka koordînasyona TAJÊ’ê Rîham Hiço diyar kir ew wek gelê Şengalê azadiya xwe di azadiya Rêber Apo de dibînin.

Hevserokê Meclisa Gel a Guhbel Emer Parso jî bal kişand ser têkoşîna Rêber Apo ya ji bo azadiya gelan û got:

Raste rêbertî dîl gitin, lê nikaribûn rê liber belav bûna firkê wî bigirin, gerîla û şoreşgerên pêşeng ji bo belavkirina vî fikrî têdikoşin.

Piştî peyaman, nêrînên Rêber Apo hatin guharkirin.

Pêngava xwendina ramanên Rêber Apo: Emê wê xwe bi fikrê Rêber Apo biparêzin

Li kêleka çalakiya kon, her wiha di bin dirûşmeya “Parêznameyên min li kuderê bin, ez li wir im” 21’ê Çileyê pêngava xwendina ramanên Rêber Ocalan jî destpêkiribû.

Di serî de li Xanesor, Sinûn, Digur, Duhla, Borik, Guhbel, Zorava û di nava gundên Ereba jî 7 rojan dewam kir.

Pêngav duh êvarî bi xwendina parêznameyan li Serdeşta çiyayê Şengalê bidawî bû.

Di roja dawiya ya kombûnê de Endama TAJÊ’ê Kinê Xidir ev tişt anî ziman:

Piştî naskirina fikrê Rêber Ocalan jina Êzidî hêz girt, xwe û civaka xwe parast.

Rêber Apo dibêje pêwîste tu kes koletiyê qebûl neke, divê em jî jibîr nekin.

Kinê Xidir destnîşan kir ku cîhan hemû jî li dijî wan bisekine, ew ê li ser vî fikrî xwe perwerde dikin û civaka xwe biparêzin.

Back to top button