Li Dihokê kesên daxwaza mûçeyên xwe dikin hatin girtin

Li başûrê Kurdistanê ev demeke dirêje ji ber aloziya siyasî, di warê aborî de civak di nava zemetiryan de dijî.

Pereyên kesên di saziyên hikumetê de kar dikin, mûçeyên wan tê paşxistin û gelek jî hatiye kêmkirin.

Mamosta û xebatkarên ku daxwaza mafê xwe dikin jî ji aliyê asayîşê ve tên girtin.

Di çalakiya 16’ê Gulanê ku li Dihokê pêk hat de, nêzî 100 kes hatibûn girtin û heta niha jî 8 ji wan girtî ne.

Di nava wan de, mamosta, rojnameger û pêşmerge jî hene.

Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê bi daxuyaniyekê xwest tevahiya kesên ku li Dihokê hatine binçavkirin werin berdan.

 

Li Dihokê 16’ê Gulanê ji aliyê koma ‘Kanî Paşkeft’ ve xwepêşandanek li dijî paş-keftina mûçeyên mamosta û karmendan pêk hat.

Hêzên leşkerî yê Dihokê mûdaxaleyî xwepêşandanê kir.

Zêdetirî 100 kes hatin binçavkirin. Piştre piraniya wan hatin berdanê. Lê, hîn 8 kes di girtîgehê de mane.

19’ê Gulanê Dadgeha Dihokê bi kefaleta 2 milyon dînar ji 15 kesan biryara berdana 12 kesan da.

Lê, tenê 7 kes hatin berdan. Bi sûceke din 8 kes nehatin berdan.

Serokê Koma Parêzerên Xwebexş a li Dihokê Xetab Omer diyar kiribû ku ew 8 kesên nehatine berdan bi sûcê,’teşwîqê’ tên tewan-barkirin.

Yek ji endamê Koma Dengê Mamosta Mêvan Seîd ji Rojnewsê re got;

Biryare ku yên di girtîgehê de mane, îro derketin pêşberî dadgehê û dubare gotina wan bigire.

Navê kesên di bin çavan de ne wiha ne:

Mamosta Bedel Berwarî

Mela Şivan Beruşkî

Rojnameger Umêd Beruşkî

Pêşmerge Xazî Nêrwey

Mamosta Dilşad Mizîrî

Mamosta Hewar Behcet

Û Mamosta Cebar Hisên

Divê çalakgerên hatin girtin bilez werin berdan

Her wiha Tevgara Azadî ya Civaka Kurdistanê bi daxuyaniyekê xwest tevahiya kesên ku li Dihokê hatine binçavkirin werin berdan.

Tevgarê tewanbariyên waliyê Dihokê yên li ser wan jî red kir û wiha got:

Waliyê Dihokê ji bo ku bêje welatî nerazî, nînin û hêzên siyasî destwerdanê dikin, weke berpirsekî leşkerî yê hizbî tiliya sûc ji bo Tevgera Azadî ra-dikêşe.

Em parastina mamosta û tevahiya gelê Kurd bi erka xwe ya sereke dibînin.

Qet mafê ti kesê nîne ji nerazîbûnên Dihokê re bêje provakasyon.

Tevgera Azadiyê anî ziman ku Hikûmeta Herêma başûrê Kurdistanê di warê îdarî, siyasî û hikûm-ranî de têk çûye.

Naxwaze itiraf bike û xwe li ber çavan re derbas bike.

Back to top button